Kuweytê dîplomatên Îranê dersînor kirin

Bi krîza Qetarê re rageşiya li Kendavê zêde dibe. Kuweytê dîplomatên Îranê dersînor kirin.

Li Kuweytê Dadgeha Bilind beriya bi demeke kurt bi hinceta ku bi Îranê û Hîzbûllahê re têkildar in li lîderê wan û 20 kesan cezayê girtîgehê birî.

Koma ku yek ji wan Îranî ye û yên din Kuweytî ne têne sûcdarkirin bi sedema ku ji bo Hîzbûllaha Îran û Lubnanê sîxûriyê dikin.

Piştî van girtinan saziyên Kuweytê fermand dan ku 15 dîplomatên Îranî werin dersînorkirin û misyonên leşkerî, çandî û bazirganî yên Îranê werin girtin. Kuweyt di krîza Qetarê de navbeynkarî kiribû.

Hêlek ji krîza Qetarê Îran e. Siûdî, Bahreyn, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, Misir Qetarê tawanbar dinki bi sedema ku alîkariyê dide terorîzmê û bi Îranê re danûstaninên wê hene.

Piştî ku Kuweytê biryar da ku dîplomatan dersînor bike Tehranê jî helwesta nîşan da û Maslatguzarê Kuweytê kişandin Wezarata Karê Derve yê Îranê.

Rayedarekî wezaretê diyar kir berpirsên Kuweytî pê xemgînin ku sûcdarên wiha bê bingeh li ser Komara Îslamî tînin.

Rejîma Îranê diyar dike ku ti têkiliya wan bi wan kesên girtî re nîn e û diyar kir ew mafê xwe yê kêmkirina temsîla dîplomatîk a Kuweytê vê gavê bi cih nayînin.

Kuweyt berevajî cîranên xwe yên Ereb ên li Kendavê bi Îranê re xwedî têkiliyên baş bû. Nifûsa Kuweytê 1 ji 3’yan ji Şîan pêk tê.