Kuweytê 7 kes daliqand

Li Kuweytê 7 kes hatin daliqandin. Ji sala 2017’an û vir ve cara pêşîn Kuweytê mirov daliqand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya dozgeriyê du jê jin 7 kes ji ber kuştinê hatine daliqandin.

Hate diyarkirin jineke ji Kuweytê, jineke ji Etîyopyayê, sê zilamên ji Kuwetê,yek ji Sûriyeyê û kesekî ji Pakistanê hatine daliqandin.

Herî dawîn di sala 2017an de yek jê ji malbata kraliyetê ji ber sûcên edlî 7 kes hatibûn daliqandin.

Li herêma Kendavê hê jî mirov tên daliqandin. Li Siûdî Erebistanê di meha Adarê de di rojekê de 81 kes hatibûn daliqandin.