Kurdên li Lîmasolê pêngava KCK’ê silav kirin

Kurdên li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ silav kirin.

Li Lîmasolê êvara Şemiyê çalakî hate lidarxistin. Hevseroka Navenda Civakî ya Demokratîk Fatma Dogan li ser çavê çalakgeran daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Dogan diyar kir ku dewleta Tirk Kurdan qir dike û got, “Ev dagirkerî li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Dagirker hêzê jî paşverûtiya navdewletî û nokerên li Kurdistanê werdigirin.”

Dogan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û got ku “Em jî tevlî pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ dibin. Em ê bi vî şîarê tevlî hemû çalakiyan bibin."