Krîza siyasî ya li Îranê giran dibe

Krîza siyasî û aborî ya li Îranê, roj bi roj hîn bêhtir bandorê li siyaseta navxweyî dike.

Pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê bandorê li rewşa aborî, civakî û siyaseta navxweyî ya Îranê dikin. Li Îranê destpêkê Wezîrê Aramiya Civakî, berî 3 rojan jî Wezîrê Aboriyê ji wezîfeyê hatin giritn. Der barê Hasan Rûhanî de pêşnûme pirsa pê baweriyê hatibû dayin. Rûhanî ku doh bersiv da pêşnûme pirsê, nekarî parlamenteran qanih bike.

NAKOKIYA NAVBERA RÛHANÎ Û HAMANEY

Piştî ku DYA bi rengekî yekalî xwe ji peymana enerjiyê vekişand, rayedarên Îranê gelek daxuyanî dan. Serokkomar Hasan Rûhanî, lîderê rûhanî Seyîd Alî Hamaney û gelek rayedaran daxuyanî dan. Gelek çavdêrên siyasî li gorî daxuyaniyên hatin dayin gotin ku hasan Rûhanî di mijara enerjiya nukleerê û pirsgirêkên bi DYA'yê re alîgirê hevdîtinan e.

Lîderê rûhanî Hamaney ku berê gotibû, 'Bi DYA re ne danûstandin, ne jî şer' piştre diyar kir ku bi DYA'yê re wê bi ti awayî hevdîtin neyê kirin. Eşkere kir ku Rûhanî polîtîkayeke berevajî vê dimeşîne.

Hamaney bi wesîleya Hefteya Hikumetê doh berî nîvro Serokkomar Rûhanî û Desteya Wezîran qebûl kir. Balkêş bû ku ev daxuyanî beriya vê hevdîtinê da.

HAMANEY: DI MIJARA DANÛSTANDINÊN BI EWROPAYÊ RE PIRSGIRÊK NÎNE

Hamaney doh ev daxuyanî da: "Bi DYA'yiyên bêhurmet re wê bi ti rengî danûstandin neyê kirin. Eger encama danûstandinên bi siyasetmedarên DYA'yî yên berê re ev be, em ê bi rayedarên heyî yên ku dixwazin şûr li Îranê bikişîne çi biaxivin? Ji bo me bikişîne dora maseya danûstandinan ew manewrayan dikin. Ji ber vê yekê, weke ku min berê jî vegot, em ê bi ti rengî ji bo danûstandinan hewl nedin.

Ji aliyê aborî ve divê em karekî xurt û bi kalîte bikin. Berpirsyarên ku di vê mijarê de erkdar in, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê bi şev û roj bixebitin. Di mijara danûstandinên bi Ewropayê re ti pirsgirêk nîne, lê belê divê em bi teredût li vê meseleyê binerin û hay ji xwe hebin."

'NAKOKIYÊN NAVBERA RÊVEBERAN DIVÊ EŞKERE NEBIN'

Hamaney her wiha hişyarî da ku divê nêrînên cuda yên navbera rêveberan li çapemeniyê eşkere nebin. Lê belê pispor, çavdêrên siyasî û analîst dibêjin, nakokiya navbera Hamaney û Rûhanî bi vî rengî li civakê û çapemeniyê hatiye eşkerekirin. Ev yek jî nîşan dide ku krîza siyasî ya li Îranê wê girantir bibe û rojên bê dibe ku encamên cuda bi xwe re bîne.