Krîza li Kendavê girantir dibe

Di krîza Qatarê de Siûdî şertên xwe rêz dike û Qatar jî banga diyalogê dike. DYA, Rûsya û Tirkiye derbarê krîzê helwesta xwe diyar dikin.

Krîza Qatarê ya piştî êrîşa dîplomatîk û aborî ya Siûdî, Misir, Bahreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û gelek welatên Ereb a bi ser Qatarê de girantir dibe û didome. Hejmara welatên ku li ser Qatarê biryara cezakirinê dayin zêde dibin. Siûdî ji bo çareseriya krîzê şertên xwe rêz kirin, Qatar jî qemçika xwe pehn dike.

SIÛDÎ: ŞERTÊN ME HENE

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adîl bîn Ehmed el-Cubeyr têkildarî kriza Qatarê li Parîsê bersiv da pirsên nûçegihanan û got: "Ji bo ku Qatar têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re baş bike divê êdî li pişt Hamas a Filîstînê û Birayên Misilman ên Misrê nesekine." Cubeyr got biryarê wê Qatar bide û li ser pirsa, "Ji hêla leşkerî ve jî hûn ê bi ser wan de biçin? got, "hêvî dikim ku nebe."

QATAR: BI AXAFTINÊ EM DIKARIN ÇARESER BIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Şêx Mihemed bîn Ebdirrehman es-Sanî têkildarî mijarê ji CNN Internatîonalê re axivî û got, ew dixwazin biaxivin û wiha domand: "Em li vir ne hêza super in. Em bawer nakin ku pirsgirêk bi şer çareser bibin."

Li ser tawanbarkirina Siûdî ya ji Qatarê ya bi rengê "alîkariya ji bo terorê" jî es-Sanî wiha got: "Ev gotinên li hev nakin. Ji ber ku tê gotin em hem destekê didine Îranê, hem komên radîkal ên li Sûrî, hem Birayên Misilman ên li Siûdî û Yemenê û li hêla dî jî destekê didinê Husiyan. Di qada şer de ev hemû dijminên hev in."

TRÛMP: SIÛDÎ TILIYA XWE BI QATARÊ VE KIR

Serokê DYA’yê Donald Trîump têkildarî krîza Qatarê, ku piştî serdena wî ya 20-22'ê Gulanê li Siûdî û Urdunê pêk hatibû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Di serdena xwe ya Rojhilata Navîn de min got divê Îdeolojiya Radîkal neyê fînansekirin. Lîderan tiliya xwe bi Qatarê ve kirin, binerin!" Trûmp parvekirinên xwe wiha domand: "Tiştekî xweş e ku hevdîtinên bi Kralê Siûdî re û bi 50 welatan re bi kêrî tiştekî hatiye. Gotin ew ê li dijî fînansekirina rêxistinên radîkal bibin xwedî helwesteke tund û hemû nîşaneyan Qatar destnîşan dikirin. Belkî jî ev ji bo bobelata terorîzmê bibe destpêk."

PÛTÎN: BI AXAFTINÊ ÇARESER BIKIN

Serokdewletê Rûsya Vladimîr Pûtîn jî ji bo krîzê bêdeng nema û bi telefonê bi Mîrekê Qatarê Tamîm Hemed es Sanî re axivî. Têkildarî hevdîtinê Kremlînê daxuyanî da û got Pûtîn ‘çareseriya bi diyalogê’ pêşniyar kiriye û wiha domand:’’ Encamên komîsyonên du hikûmetan ên di meha Nîsanê de erênî hate dîtin. Her wiha li ser kêşeyên navnetewî jî hate axaftin. Vladîmîr Putîn careke dî diyar kir ku  Rûsya li gel wê ye ku rewşên krîzê bi rêyên siyasî û dîplomatîk diyalog were danîn û çareserkirin.

ERDOGAN: TIŞTA KU BI QATARÊ TÊ KIRIN RAST NABÎNIM

Tirkiye di navbera du hevalbendên xwe yên Sûrî de; Siûd û Qatarê de maye. Tirkiyê pêşî teklîfa ‘navbeynkariyê’ da lê piştre nîşaneyên ku ew li pişt Qatarê ye da. Şevê dî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîm Erdogan di fitara 10. a Sefîran a AKP’ê de axivî û got: "Divê pêşî bibêjim ku tiştên ku li dijî Qatarê têne kirin rast nabînim. Di demeke wiha de ku ji her demê bêhtir hewcehiya me bi hevkarî û hevgirtinê heye, ev bûyer, ji bo ti welatên li herêmê ne baş e."

MORÎTAN, URDUN Û FAS JÎ LÊ ZÊDE BÛ

Siûdî, Misir, Bahreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Yemen, Libya (hikûmeta Tobrukê) û Maldîv diyar kirin ku Qatar ‘destekê dide rêxistinên terorê’’ û têkiliyên xwe ji Qatarê birîbûn. Her wiha hikûmeta Morîtanya jî duh bi biryarekê diyar kir bi Qatarê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birî ne û Urdun jî têkiliyên dîplomatîk astek kêm kir û lîsansa weşanê ya El Cezîre ya bi navenda Qatarê birî. Her wiha Balafirxaneya Kraltiyê yê Fasê ragihand ku seferên di ser Dohayê re yên ji bo welatên ku bi Qatarê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birî ne, betal kiriye.