Kralê Belçîkayê ji bo Kongoyê diyar kir ku ew poşman e

Kralê Belçîkayê di dîroka welat de cara pêşîn ji bo birînên mêtinger ên li Kongoyê diyar kir ku ew poşman e.

Piştî ku li DYE’yê afro-Emerîkanê bi navê George Floyd ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin, li Belçîkayê rola kralê berê Leopoldê 2’emîn hate rojevê. Leopold dihat sûcdarkirin ku li Kongoyê bi milyonan kes qetil kiriye.

Kralê Belçîkayê Phîlîppe bi wesîleya salvegera serxwebûnê ya 60’emîn a Komara Kongoyê nameyek ji serokkomarê wê Felîkx Tshîsekedî re şand.

Kral Phîlîppe got ku, “Ji bo birînên ku a niha jî êşa cihêkariyê dide jiyîn, ez poşmaniya xwe pêşkêşî we dikim. Ji salên 1908 heta 1960’an li vê derê çalakiyên hovîtî û şîddetê hate jiyîn. Ev tişt bû sedema êşên mezin.”

Phîlîppe qewl da ku ew ê li dijî hemû awayên nijadperestiyê têbikoşe.

Bi peymana Berlînê ya di sala 1885’an de Komara Kongoyê ya Demokratîk a niha dibe milkê taybet ê Leopoldê 2’emîn. Di vê pergalê de Leopold pergaleke zilimkar ava dike û gelên wê derê bi darê zorê ji bo xwe dide xebitandin. Piştî sala 1891’an Leopoldê 2’emîn mêtingeriyeke mezin dide destpêkirin, gelê wê derê dike koleyê xwe. Her roj êşkence, lêdan, tecawiz û dîlgirtin tê kirin.

Tê diyarkirin ku Leopold bêyî ku biçe Kongoyê di navbera salên 1885 û 1908’an de di 23 salan de 10 milyon kesan qetil dike. Piştî ku belgeyên vê hovîtiyê derdikeve, di sala 1908’an de ev der dibe mêtingeha Belçîkayê û di sala 1960’an de jî serxwebûna xwe bi dest dixe.

Leopoldê 2’emîn beriya ku bimire belgeyên vê serdemê dişewitîne. Arşîvên vê demê heta sala 1980’an jî wekî razeke dewletê dihat parastin.