Koronavîrûs: Nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man

Fona Arikariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber tedbirên li hemberî şewba koronavîrûsê li tevahiya cihanê nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan mane.

UNICEF, saziyên perwerdê û zanîngehên li 102 welatan bi gişti û li 11 welatan jî qismî dibistan hatine girtin.

UNICEF’ê her wiha da diyarkirin ku di van 4 rojên dawî de hejmara kesên bê dibistan mane bû dû qat û ev wê hêj zêdetir jî bibe.

Saziyên girêdayî NY yê, diyar kir ku ev rewşa heyî ji aliyê sektora perwerdê ve pirsgirêkek dine ku bi vî awayî ne hatiye dîtin.