Serokê CFCM’ê Muhammed Mûsavî yê li Fransayê di mijara îslamê de muxatabê bingehîn e, daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Fransa welatekî mezine, zilm li welatiyên misilman nayên kirin, bi azadî mizgeftan ava dike û îbadetên xwe jî bi azadî dikin.”
Mûsavî bal kişand ser kampanyayên dijî Fransa û wiha domand: “Em dizanin ku yên vê kampanyayê dikin dibêjin ku em îslamê diparêzin, bang li misilmanên Fransa dikin ku bi aqilê selîm û xwîn sar tevger bikin. Kampanyayên li ser Fransayê ji bo parçekirinê ye. Bang li bawermendan dikin ku berjewendiyên welatê xwe biparêzin.”