Konseya Kendavê li ber daxuyaniyên dewleta Tirk rabû

Konseya Hevkariyê ya Kendavê daxuyaniyên Tirkiyê yên li dijî Îmarat şermezar kir û bi gotina "Ewlekariya me parçe nabe" hişyarî da Tirkiyeyê.

Sekreterê giştî yê Konseya Kendavê Naîf El Hecref li Seûdiyê doh bi Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê Erdogan Koç re hevdîtin kir û got, "Ewlekariya konseyê parçe nabe." Her wiha fikarên xwe yên derbarê ewlekarî û aramiya Kendavê bi Koç re parve kir.

El-Hecref axaftinê xwe domand û got: "Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtina ji bo serweriya dewletan pêywendiyan pêş bixin."

Ev jî tê wateya yekemîn bertek li ser radeya welatên kendavî ya li hemberî gef û gurên wezîrê parastinê ya Tirkiyê Hûlûsî Akar ku di vê dawiyê de êrîşek anî bû ser Îmarat û Misrê. Êrîş, di dema hevpeyvîna wî ya bi ragihandina Qeterî ya ku piştevaniya siyaseta firehkarî li herêmê ya Tirkiye dike çêbibû.

Li gorî vê yekê ji ber karê qirêj û xirab ên li dijî Lîbya û Misrê pêk tîne gef li Îmaratê xwar.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îmarat Dr. Enwer Qerqaş da zanîn: "Ev daxuyaniyên tehrîkwar ên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê binketineke ji bo dîplomasiya welatê wî. Jîrbêjiya dîwana bilind û dewleta bala û fermanên wê cihê arşîva dîrokî ye, pêywendî li ser bingehê gefan nayê bi rêvebirin, di vê demê de wê cîh ji bo xeyalên dagirkeriyê re tunebe. Her wiha çêtire ku Tirkiye destwerdana xwe ya ji kar û barên Erebî rawestîne.

Li gorî rojnemeya Îndependent ya Erebî "Di çarçoveyeke cuda û awarte de Konseya Welatên Hevkar ên Kendavê helwesteke yekgirtî li hemberî daxuyaniyên Wezîrê Parastina Tirkiyê Hûlûsî Akar ku gefên rasterat ên li ser welatê wî bû şermezar kir û destnîşan dike ku ev gefên li dijî ewlekariya netewî ya giştî Konseya Welatên Hevkar ên Kendavê ye."

Her wiha rojnemeya dîjîtal a Londrayê jî derbarê wê mijarê got ku ew bûye şahidê nakokiyên mezin ên di têkiliyên 'Tirkiye û Îmaratê' de ku di asta jor de ne û piştî bûyerên dawî yên li Lîbyayê qewimîn û îmzekirina peymanên deryayî yên di navbera desthilatdariya Tirkiye û desthildariya Elwîfaq a Lîbyayê derketine holê. Aloziya li Lîbyayê li gorî berê hê bêhtir tevlêhev bûye. Pêwendiyên Ebû Debî û Enqereyê, encama destekkirina desthildariya Rojhilatê Lîbyayê ye û yê dîtir jî destek dide desthildariya Rojavayê Lîbyayê. Sekreterê Giştî yê Konseyê Ewlekariya Welatên Hevkar ên Kendavê Dr.Naîf tekez kir ku Felah Mûbarek El-Hecref, ew wek Konseya Hevkariyê bi xwestekin ku ji bo ewlekarî û aramiya herêmê bi dewletên hevsînor re li ser bingehê rêzgritina li hemberî peyman û pirensîbên zagonî yên navdewletî ango deswernedana dewletan a di kar û barên hundirînê hevudu û bi şêweyê ku berjewendiyên hevbeş avabike pêywendiyan çêbike.

Şertê Huqûqa navneteweyî û Netewên Yekbûyî xwe dispêre çaresekirina nakokiyan ya bi awayekî aştiyane, şîdet bikarneanîn û gef nexwarinê."

Sekreterê Giştî gef û daxuyaniyên hin rayedarên Tirkiyê ku arasteyê Îmarat kirine şermezar kir û tekez kir ku li gorî pirensîbên parastina hevbeş a di çarçoveya Konseya Ewlekariyê de ewlekariya Weletên Konseya Hevkariya Kendavê perçe nabe û îşaret bi peymana parastina ewlekariya neteweyî ya Konseya Hevkariyê kir. Her wiha bertek nîşanê destwerdanên derveyî ya li ser kar û barên navxweyî yên welatên Erebî da.

Her wiha Alîkarê Wezîrê berpirs ji Karên Siyasî û Gotûbêjan Dr.Ebdulezîz Hemed El-Owîşeq jî tevlî civînê bû.