Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî peymana Lîbyayê pejirand

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, peymana agirbestê ya ku 23'ê Cotmehê di navbera aliyên Lîbyayê de hate îmzekirin pejirand û xwest ku bi temamî bi cih bê anîn.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe spartiye dîplomatan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi deklarasyonekê, peymana Lîbyayê roja Sêşemê pejirand û bang kir, ji bo peyman 'bi temamî' bi cih bê anîn.

Tê payin ku piştî vê deklarasyonê di demeke nêz de biryarek jî bê dyain. Di danezana Konseya Ewlekariyê de ji bo peymana agirbestê ya li Cenevreyê ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hate kirin, hate gotin, "Endamên Konseya Ewlekariyê bi kêfxweşî pêşwazî dike."

Di daxuyaniya konseyê de banga li partiyên Lîbyayê hate kirin ku sozên xwe û peymanê bi temamî bi cih bînin.

Konseya Ewlekariyê ji aliyên Lîbyayê hêvî dike ku di civînên 9'ê Mijdarê de yên li Tûnisê jî ji bo çareseriya siyasî heman biryardariyê nîşan bidin.

Di danezanê de her wiha hate destnîşankirin ku hurmet ji ambargoya çekan a sala 2011'an ji bo Lîbyayê hate dayin bê nîşandan û kes tevlî karên navxweyî yên welêt nebe.

Aliyên hevrik ên li Lîbyayê piştî hevdîtinên 5 rojan ên li Cenevreyê di 23'ê Cotmehê de mohra xwe danîn binê peymaneke agirbestê ya ku "tavilê bikeve meriyetê."

Ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî û vir ve Lîbya di nava kaosê de ye.

Di rewşa heyî de welat di navbera du hêzan de parçe bûye. Li aliyekî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trablûsê ku Tirkiye û Qatar piştgiriya wê dike, li aliyê din jî hêzên Mareşal Xelîfe Hefter ku Îmarat, Misir û Rûsya piştgiriya wan dike.

Dewleta Tirk piştgiriyeke yekser dide hikumeta Trablûsê ku Îxwanî Muslîmîn lê serdest in û bi vî rengî ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî eşkere binpê dike.

Hikumeta Tirk li ber agirbestê rabû û hewl da sabote bike. Çend saet piştî mohrkirina peymanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan henekê xwe bi peymanê kiribû û îdîa kiribû ku peyman ne cihê baweriyê ye.

Dewleta Tirk her wiha weke sedema bingehîn a biserneketina agirbesta navbera Azerbaycan û Ermenistanê jî tê dîtin.