Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bi rojeva Sûriyeyê kom dibe

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber geşbûna şerê li Sûriyê dîsa kom dibe.

Civîn bi banga Swêd û Kuweytê dibe, hate gotin ji bo ku agirbesta mirovî a 30 rojî were kirin dibe ku vê Perşembê biçine dengdanê.

Kombûn li wê demê rast hat ku li Gutaya Rojhilat bi sedan sivîl têne kuştin û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser Efrînê hene.

Tê gotin li Gutaya Rojhilat ji Yekşemê ve ji ber sedema êrîşên rejîmê 320 sivîl hatine kuştin û ji van 76 jê zarok in.

Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yê bi ser Efrrînê de piranî jê zarok 200 sivîl hatin kuştin.

Rûsyayê bang li Konseyê kiribû ku bi lezginî kom bibe. Lê hê diyar nebûye bê ka wê di kombûna Perşemê de vetoya xwe bide şixulandin an na. Hin dîplomat dibêjin Moskow wê bêalî bimîne.

Deq agirbestê ji bo DAÎŞ’ê venahewîne. Hêzên rejîmê ji vî alî ve wê operasyonên xwe yên li ser Idlibê bidomîne.