Kongo xwe ji rewşa herî xedar a nexweşiya ebolayê re amade dike

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO), ragihand ku li Komara Kongo ya Demokratîk bi metirsiya belavbûna nexweşiya ebolayê re rû bi rû ye, anî ziman ku xwe ji rewşa herî xedar re amade kirine.

Midûrê bernameya rêveberiya rewşên lezgn a DSO Peter Salama wiha got: “Em pir bi fikar in, em xwe ji bo rewşa herî xedar, hemû bûyeran re amade dikin.”

Peter Salam anî ziman ku li rojavayê welat di nava 4’ê Nîsanê heta 9’ê Gulanê de 2 ji ji nû dayikbûn, 18 diyar û 12 bi guman bi giştî 32 bûyerên nexweşiya ebolayê hatine zelalkirin, ji van 18 mirine. DSO diyar kir ku ji van 3 xebatkarên tenduristiyê ne, ev jî dide nîşandan ku wê ev rewş di belavbûna nexweştiyê de hê zedetir rol bilîze.

DSO anî ziman ku divê ji bo van welatên hejar ku binesaziya wê nîne ji bo meteryalan bi helîkopteran bişînin korîdorekî rêya hewayî bê vekirin. Her wiha DSO’yê ragihand ku ji bo belavkirina aşiya testê ya li dijî nexweşiya ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk jî li benda erêkirinê ne. Ji ber ku metirsiya nexweşiya ebolayê ya li cihekî yan herêmekê sînordar belavî asta netewiyê bibe.

Ji 9 welatên cîran ketine nava liv û tevgerê, Komara Efrîqa Navîn û Komara Kongo ya li ber çemê Kongoyê di asta herî jor a metirsiyê de ne.