Komara Gel a Çînê fîloya xwe xurt dike
Piştî ku DYE’yê biryar da ku bûdçeya parastinê sedî 10 zêde bike, Komara Gel a Çînê jî di serî de hêzên zeryayî bûdçeya parastinê zêde kir.
Piştî ku DYE’yê biryar da ku bûdçeya parastinê sedî 10 zêde bike, Komara Gel a Çînê jî di serî de hêzên zeryayî bûdçeya parastinê zêde kir.
Çîn di van 15 salên dawî de bûdçeya xwe ya parastinê 10 caran li xwe zêde kiriye, sala çûyî bi 145 milyar dolarî, piştî DYE’yê ku 604 milyar dolar ji bo leşkeriyê terxan kiribû, ketibû rêza duyan. Lê Çîn bi 59 milyar dolar bûdçeya parastinê ji Rûsyayê pir li pêştir e.
Çîn sala çûyî bûdçeya parastinê sedî 7,6 zêde kiribû, îsal têp ayin ku sedî 7 zêde bike.
Alîkarê Fermandarê Fîloya Çînê Wang Weîmîng got di salên pêş de armanca wan ew e ku hêza zeryayî xurt bikin. Di nav vê çarçoweyê de tê plankirin ku yekm balafira şer ku bi temamî xwemalî Çînê ye, heta sala 2020’an biqedînin. Piştî Lîonîng a Sowyek ev hijmar wê bibe du.
Her wiha tê hedefkirin ku ‘yekîneya zeryaya elît’ a ku bi destroyer û firkateynan hatiye xurtkirin jî were avakirin.
Fîloya Komara Gel a Çînê di salên dawî de li Zeryaya Çînê ya Rojhialta giravên çêker danîbûn, li van giravan gelek baregeh ava kiribûn. Ji ber sedema ku li Zeryaya Çînê ku yek ji rêya bazirganiya navnetewî ye Çînê hebûna xwe ya leşkerî xurt kiriye, tê zanîn ku DYE û dewletên herêmê li dijî Çînê pir bi bertek in.
Tê gotin ji ber sedema ku Serokê nû yê DYE’yê Donald Trûmp bûdçeya sanayiyê zêde kiriye Çîn jî ketiye nav wê hewldanê ku fîloya xwe xurt bike.