Kolombiya ji KENY'yê xwest ku peymana aştiyê kontrol bike

Hikûmeta Kolombiya ku peymana aştiyê ya ku 2016'an bi gerîlayên FARC'ê re hatî îmzekirin qebûl nake, ji KENY'yê xwest ku saleke dî jî peymanê kontrol bike.

Piştî îmzekirina peymana aştiyê ya di navbeyna Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û însîyatîva Serokdewlet Juan Manuel Sentos hatibû îmzekirin, şerê navxwe yê ku ji 1964'an ve dom dikir bi dawî bûbû. Peyman Cotmeha 2016'an bi dengdana gel hatibû qebûlkirin, piştre jî li parlamentoyê bi dengdanê pêk hatibû.

Îvan Duque ê alîgirê tundiyê ye û li dijî peymana aştiyê ye, ji wexta ku ji par ve hatî ser peywira seroktiyê dixwest ku xalên peymanê biguherîne. Duque ku nikare peymanê biguherîne, ku bi pê re 7 hezar gerîlayên FARC'ê li şûna têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî bûbûn,  ji Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (KENY) xwest ku peymanê kontrol bike.

JI BO SALEKÊ DAXWAZA KONTROLKIRINÊ YA BI ÇAVDÊRIYA KENY'YÊ


Duque bi dîplomatên endamên KENY'yê re axivî, ku dîplomatan serdana Kolombiyayê kiribûn, nameya ku tê de tê xwestin ku peyman were kontrolkirin, da Serokê KENY'yê Gustavo Meza. Dema name dayî Îvan Duque axivî û got, ew dixwazin bicihanîna peymanê were bi domdarî were kontrolkirin.

Piştî peymana aştiyê ku 2016'an hatî qebûlkirin 7 hezar gerîlayên FARC'ê çekên xwe dabûne NY'yê. Piştî ku mezintirîn tevgera gerîla bi nav û heman kurtkirinê di siyasetê de cihê xwe girtî, şer pir kêm bû. Lê hê jî bi Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) re, ku tevgera gerîla ya çepgir e, lihevkirina aştiyê nebûye û ji qadên ku ji gerîla vala mane ketiye destê çeteyên tiryakê.

BI SEDAN KES HATIN KUŞTIN

Ji bo ku gerîlayên berê yên FARC'ê û parêzerên mafê mirovan têne kuştin, ev dibe asteng ku peymana aştiyê bi temamî bi cih bibe. Ji wê roja ku peyman hatiye îmzekirin û vir ve, 140 gerîlayên berê û 31 xizmên gerîla hatine kuştin. Her wiha tê gotin di heman demê de ji 460'î zêdetir parêzvanê mirovan û rûspî hatine kuştin.

Îvan Duque ku li dijî peymanê ye, ji êrîşan ELN'ê û mezintirîn çeteya tiryarkê Clan de Golfo berpirs dibîne. Bi domdandina komkujiyan hin fermandarên gerîlayên FARC'ê û bi sedan gerîlayên berê  dîsa radijin çekan.