Koçberên li Midîliyê li kampa nû hatin bicihkirin
Piştî kampa penaberan a li Midiliyê ya Yewnanîstan şewitî derdora 9 hezar penaber li kampa nû hatin bicihkirin.
Piştî kampa penaberan a li Midiliyê ya Yewnanîstan şewitî derdora 9 hezar penaber li kampa nû hatin bicihkirin.
Beriya bi 10 rojan kampa Morîayê ya penaber lê diman şewitîbû. Beşek ji penaberan li kampeke ji bo demkurtî lê bimînin hatibûn bicihkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Koçberiyê ya Yewnan ji 12700 penabarên ku bêmal man 9000 jê li kamapa ji bo demeke kurt lê bimînin, hatin bicihkirin.
Rayedaran her wiha gotin kampa nû ji ya berê 3 km dûr e.
Mirovên ku li kampê hatine bicihkirin bi şertên zor û nebaş dijîn. Hinek jê ev bi mehan û hin jê jî bi salan e ku li hêviyê ne wna bibin Yewnanîstanê.