Kim Jong Un: Hevdîtina bi Trump re wê 'dîrokî' be

Piştî xwerakişîna li hev a salekê, lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un xwe ji bo hevdîtina bi Serokê DYA re amade dike. Jong Un destnîşan kir ku hevdîtin tê payin bê kirin, wê bibe 'şenseke dîrokî'.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo, ji bo amadekariyên civîna bilind a navbera Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un binirxîne duh çûbû Pyongyangê.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur (KCNA) de cih ji daxuyaniyên Kim Jong Un re hate dayin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku Kim Jong Un hevdîtina bi Trump re weke 'hevdîtineke dîrokî' bi nva dike û hevdîtin wê bibe 'gaveke destpêkê ya gengaz'.

Li gorî nûçeyê Kim Jong Un wê ji bo sererastikrina rewşa li Nîvgirava Koreyê û avakirina 'paşerojeke xweş' bibe alîkar.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo roja 25'ê Nîsanê jî serdana Pyongyang kiribû û bi Kim Jong Un re rûniştibû. Çav li rê ye ku Pompeo tevî sê welatiyên DYA yên duh li Koreya Bakur hatin berdan vegere welatê xwe.

Di mijara bernameya nukleerê û ceribandina fuzeyên balîstîk de Kim Jong Un û Donald Trump di asta gefên tinekirinê de xwe li hev rakişandibûn. Lê belê bi rengekî surprîz beriya olîmpiyadên zivistanê yên li Koreya Başûr hatibû eşkerekirin ku di berdêla qedandina bernameya nukleerî de wê danûstandin dest pê bikin.

Kim Jong Un meha Nîsanê îlan kiribû ku welatê wî wê tesîsa nukleerê bigire. Hin ji zanyarên Çînî ragihandin ku tesîsa navborî ji xwe par meha Îlonê di dema ceribandina dawî ya nukleerê de bi giranî xisar dît û lê welê hat ku nemar dikare bixebite.