Kiloxekî hat dîtin, wê ji bo kifşkirina koka Neandertalan bibe alîkar
Bi saya kiloxa ferdekî ji malbata Homînoîdea (mirovokî), ku di sala 2014'an de li Portekîzê hat dîtin, tevî koka mirovan wê koka Neandertalan jî bê kifşkirin.
Bi saya kiloxa ferdekî ji malbata Homînoîdea (mirovokî), ku di sala 2014'an de li Portekîzê hat dîtin, tevî koka mirovan wê koka Neandertalan jî bê kifşkirin.
Mirovên Neandertal, ku tê texmînkirin beriya niha bi 30 hezar salî, piştî ku Homo Sapîens (mirovên roja îro) dîtin bi temamî tine bûn, wê bi lêkolîneke nû hewl bê dayîn bên kifşkirin.
Kiloxê ku li herêma Aroeîra ya Portekîzê hat dîtin, tê texmînkirin ku 400 hezar salî ye. Akademiya Zanistan a Amerîkayê (PNAS) li ser mijarê lêkolînek kir û di encamê de diyar kir, ku ji bo kifşkirina pêşiyên Neandertalan ev kilox gelekî girîng e.
Yek ji beşdarên lêkolînê antropolo Rolf Qûam da xuyakirin, fosîlê kilox ê hatiye dîtin, ji aliyê antomîk ve dişibe fosîlên din ên beriya niha li Spanya, Fransa û Îtalyayê hatin dîtin.
Qûam bibîr xist, ku cûreyên mirovokî yên li Ewropayê hatin dîtin, ji aliyê taybetmendiyên morfolojîk ve xwedî kombînasyonên cuda ye û anî ziman, cihêrengiya fosîlên mirovokî yên heta niha hatine dîtin, gelekî balkêş in.
Li ser kiloxê li Portekîzê hat dîtin lêkolîn hat kirin û tevî ku zayendê vî kiloxî nehat tespîtkirin jî, gelek nîşane hatin dîtin ku li gorî van nîşaneyan dibe ku pêşiyên mirovokî yên Neandertalan be. Stûrbûna hestiyên li binê birûyan weke mînakek ji vê yekê hat nîşandan.