Keştiya 150 tûrîst tê de bûn noqî avê bû

Li herêma rêveberiya Antîoqûîa ya Kolombiyayê, li gola bendavê ya herêma tûrîstîk a bi 80 kîlometreyan li rojhilatê Medellînê, keştiyeke 150 tûrîst tê de bûn noqî avê bû.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, di bûyerê de herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Kolombiyayê û tîmên rizgarkirinê yên ji bajarên derdorê, li windayan digerin.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos heman piştî qezayê çû herêmê û ragihand, 120 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna li 31 kesî jî dewam dike. Santos her wiha ragihand, kesên winda dibe ku ji aliyê keştiyên din ên tûrîstan ku heman piştî bûyerê çûn herêmê hatibin rizgarkirin.