Keçeke biçûk a Efxan du endamên Talîban kuştin

Keçeke biçûk a Efxan ji bo ku tola malbata xwe hilîne, ku malbata wê li ber çavê wê hate kuştin, du endamên Talîban kuştin û çend ji wan birîndar kirin.

Li gorî rayedarên xwecih bûyer li wilayeta Gur heftiya bihurî li gundekî pêk hat. Li gorî şefê polîsan Habiburahman Malekzade, ku ji AFP'ê re axivî Talîban bi hinceta ku bi hikûmetê re hevkarî kiriye çûne mala berpirsên gund.

Kesê navborî ji malê heta bi derve hatin xijxijandin. Li ser vê hevjîna wî li ber xwe da û Talîbanan herdu jî kuştin.

Malekzade got, ''Qama Gula a li malê rahişte çeka otomatîk a li mlaê. Talîbanên ku dê û bavê wê kuştin, hatin kuştin û çend ji wan birîndar kir.'' Li gorî kanên xwecih zaroka 14-16 salî ye.

Hate diyarkirin piştre endamên Talîban êrîş anîne ser gund, lê gundiyan û milîsên alîgirên hikûmetê êrîş şikandine.

Keçika biçûk û birayê wê yê ji biçûktir ji hêla hêzên ewlehiyê ve li herêmeke ewle hatin danîn.