KCK: PKK hilbijartina jiyanekî azad e

KCK: PKK hilbijartina jiyanekî azad e

KCK’ê 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û balkişande ser, 27’ê Mijdarê weke cejna vejînê tê pêşwazî kirin û got: “Şoreşa ku pêşengiya wê PKK dike, ji siyasî û leşkerî zêdetir şoreşekî civakî, demokratîk û çandiye. Ji ber vê çendê civaka Kurd û nasnameya nû ya Kurd gelek tiştan deyndarê PKK’ê ye. Sîstema konfederala demokratîk KCK ku takekesê azad û demokrat îfade dike jî, di encama têkoşîna polîtîkaya civakî, teorî û bîrdozî ya PKK’ê bûye sazî û bûye hilbijartina jiyanekî azad.”

Hevserokatiya Destya Rêveber ya KCK’ê biboneya 35’mîn salvegera PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “35’mîn salvegera Damezirandina PKK’ê li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz be. Em şehîdên ku ji destpêka avabûna PKK’ê cih girtîn û em anîn vê rojê şehîdên mezin Xeyrî, Mazlûm, Kemal û Sara biminet bibîr tînin. Em Rêbertiya PKK’ê Abdullah Ocalan birêz bibîrtînîn.” Di daxuyaniyê de şert û mercên ku PKK lê derketî ser dika dîrokê bibîr anî.

Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam kir: “Beriya salên 1970’yan dagirkeriya qirkirina çandî ya ku li ser Kurdistanê dihat meşandin hewl dida ku hebûna kurdan tune bike, di vê riyê de jî li gorî ya xwe serkeftin bidest xistibû. Kiribû ku kurd ji rastiya xweya neteweyî û civakî bir eve. Hemû derfetên ku wekî kurdek were jiyîn ji holê hatibû hildan. Tek ane riya jiyanê ji bo tirkîtiyê hatibû hiştin. PKK ji vê pergala şerê taybet ku qirkirineke çandî pêk di anî re di got raweste. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kurdê ku berbi tunebûnê ve diçe û ji rastiya xwe di reve, kurdê ku ji bo azadiya xwe têbikoşe pêşengî ji avakirina PKK’ê kir. Di rastiya vê pêşengtiyê de Rêbertiya PKK’ê di çil salan de gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe afirand. Yek ji vejînên herî mezin ên dîrokî di saya PKK’ê de pêk hat. Ji ber vê yekê gelê kurd avabûna PKK’ê weke Cejna Vejînê pîroz dike.”

KCK’ê da zanîn ku, PKK ne tenê ji bo Bakûrê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê vejîneke mezin pêk aniye û peyamê wiha berdewam kir: “

Gelê Kurd li hemû parçeyan bi serbilindî û rûmetek mezin têkoşîn azadiyê dimeşîne. Îro li Rojava şoreşa  mezin ya ku pêk tê encama xwezayî ya vê têkoşîna mezin e. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî bandor û piştgiriya têkoşîn û hebûna PKK’ê gelek zêde tê dîtin. Dîrok dê nîşan bidin ku têkoşîna azadiya Kurd ji bo hemû parçeyên Kurdistanê tê çi wateyê û her wiha dê mafê wê bide.

PKK tenê wek têkoşîneke siyasî pêşve neçûye. Diyar kiriye ku heta tiştên neyînî ji jiyan û kesayeta civakî ya Kurd neyê derxistin û tiştên erênî derkeve, têkoşîna azadiyê nikare bê meşandin û ev di di guherî kesayetî de esas girtiye. Di vî alî de ligel şoreşa siyasî û leşkerî ya ku PKK ji re pêşengiyê dike, şoreşa civakî, demokratîk û çandiye jî.

Gelê Kurd û nasnameya nû ya Kurd ji ber vê sedemê gelek deyndarê PKK’ê ye. Pergala KCK’ê ya konfederal a demokratîk ku rastiya kesên azad û demokratîk îfade dike, di encama têkoşîna civakî polîtîk, teorîk û îdeolojîk ya PKK’ê de bûye sazî û bûye tercîha jiyana azad.

PKK ne tenê  çavkaniya jiyana azad û demokratîk ya ku pêşengiya jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd dike; di serî de gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn,  partiyeke pêşeng ya şoreşger ku tercîha jiyana demokratîk û azad ya gelên cîhanê derxistiye holê ye. Rastiya afirandina pergala konfederal ya demokratîk a civaka demokratîk ya li dijî dewletê û xeta azadiya jinê, îfadekirina vê ye.

Ji ber vê sedemê em bang li hemû gelê xwse dikin ku damezrandina PKK’ê pîroz bikin û di rastiya Rêber Apo û şehîdên me de têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.”