KCÊ-E: Em bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser ketin
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê got, "Bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Kurd me xwe bi rêxistin kir û li dijî DAÎŞ'ê em bi ser ketin."
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê got, "Bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Kurd me xwe bi rêxistin kir û li dijî DAÎŞ'ê em bi ser ketin."
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera 9'an a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de fermana 3'ê Tebaxê hate bibîrxistin, ku çeteyên DAÎŞ'ê li seranserê Şengalê serwer bû û kesî bawer nedikir ku civaka Êzidî êdî karibe li Şengalê vegere û DAÎŞ têk biçe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civaka Êzidî bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe ji nû ve bi rêxistin kir û bi berxwedaneke bêhempa li dijî DAÎŞ ên hovane bi ser ket.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê diyar kir ku civaka Êzidî ne tenê xwe ji DAÎŞ'ê rizgar kir, di heman demê de li gel êrîşên faşîst û dagirker ên herêmî jî ji bo azadî û statuya xwe, rêveberiya xwe ya xweser ava kir.
Di daxuyaniyê de di şexsê Mam Zekî Şengalî û Egîd Civyan de cangoriyên ku di rizgarkirina Şengalê de keda xwe hebû, bi hurmet û hesret hatin bîranîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê li ser xeta cangoriyan bimeşin û bi ruhê wan tevbigerin.