Katedralê Notre Dameyê berê jî armanca DAIŞ’ê bû

Êrîşeke bi ser Katedrala Notre Dameyê jî berê ji aliyê polîsên Fransayê ve hatibû astengkirin.

Hat ragihandin ku êrîşkarê ku nêzî Katedrala Notre Dameyê ya li Parîsê êrîşî polîsan kiriye hemwelatiyê Cezayirê ye, di meha Rezberê de jî êrîşeke li ser katedrala dîrokî ji aliyê polisan ve hatibû astengkirin.

Hatibû ragihandin ku dema bi sedan kes di katedralê de bû kesekî bi çakûç êrîşî polîsan kiriye. Bi mudaxeleya polîsên din re ev kes hatibû bêbandorkirin.

Hat diyarkirin ku êrîşkar ji Cezayîrê ye û li bajarê Vald Osîseyê dijî.

Derketibû holê ku di Îlona 2016’an de êrîşek li ser Katedrala Notre Dameyê hatibû plankirin. Li nêzî katedralê wesayîteke bi bombe hatibû dîtin û têkildarî bûyerê Inés M., Sarah H., û Amel S. Hatibûn girtin.

Hatibû îdîakirina ku ev jinên hanê bi talîmata endamekî DAIŞ’ê yê Sûriyeyê ev çalakî plan kiribûn.