Karîkaturîsta navdar sansur qebûl nekir û îstifa kir

Karîkaturîst Ann Telnaes wêneyê patronê rojnameya lê dixebite Jeff Bezos çêkir ku li ber Donald Trump daket ser çoka xwe û pere dida Trump. Ji ber ku karîkatura wê hate sansurkirin, ji rojnamevanê îstifa kir.

WÊNEYÊ TELNAES Ê HATE SANSURKIRIN

Karîkaturîsta bi Xelata Pulitzerê Ann Telnaes, dema ku karîkatura wê ya derbarê xwediyê Rojnameya Washington Postê Jeff Bezos de ji aliyê rojnameyê ve hat redkirin, îstîfa kir. Di karîkatura Tealnes de milyarder li pêş serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê Donald Trump çok datînin û pere teklîf dikin. Di nav van kesan de avakerê Facebook û Metayê Mark Zuckerberg, CEO’yê OpenAlê Sam Altman, weşangerê Los Angles Timesê Patrick Soon-Shiong û Mickey Mouse jî hebûn. 

Karîkaturîsta navdar Telnaes derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku derbarê karîkaturê de şîrove hatin kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinan kir. Telnaes anî ziman ku gelek caran cudahiyên ramanî çêbûne, lê cara ewil e ji ber hilbijartina mijar û şexsan rastî sansurê tê. Li gorî agahiyan, edîtoryayê bi sedema 'nêrîna di şîroveyê de' karîkatur qebûl nekiriye. Telnaes jî vê rewşê weke metirsiyek li ser azadiya çapemeniyê dibîne.

Bezos ku duyemîn kesê herî dewlemend ê cîhanê ye, di sala 2013’an de rojnameya Washington Postê kirîbû. Karîkaturîst Telnaes jî ji sala 2008’an heta niha di rojnameyê de wek karîkaturîst dixebitî.