Karesata lehiyê ya li Kolombiyayê: Hê jî bi sedan kes winda ne
Bîlançoya lehiya ku hefteya derbasbûyî ji ber barana zêde li Kolombiyayê rabû, giran dibe. Tê gotin, hê jî bi sedan kes winda ne.
Bîlançoya lehiya ku hefteya derbasbûyî ji ber barana zêde li Kolombiyayê rabû, giran dibe. Tê gotin, hê jî bi sedan kes winda ne.
Li bajarê Mocoa yê li başûrê welêt, ji ber lehiyê gelek xanî di nava heriyê de man.
Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos, bîlançoya dawî ya vê karesatê eşkere kir û got, hejmara miriyan gihîştiye 293 kesî. Santos ragihand, 332 kes jî ji ber lehî û heriyê birîndar bûne, zêdeyî 2 hezar û 700 kes jî bê cih û war bûne.
Her wiha, ji ber zêdebûna hejmara mirovên winda, tirs û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. Rayedaran gotin, hê jî zêdeyî 300 kes winda ne.
Lehî û karesata vê dawiyê ji ber rabûna çemê Mocoayê rû da. Tê zanîn, hilweşandina daristana li herêmê, ku beriya niha bi salan hat kirin, pêwendiya xwe bi rabûna çem heye.