Kaniyên gundên Sîstan-Belûcîstanê çikiyan

Krîza avê ya li Îranê giran dibe. Li gundên eyaleta Sîstan-Belûcîstanê bi sedan kanî çikiyan.

Midûrê giştî yê ava li gundên eyaleta Sîstan-Belûcîstanê Abdul Ahad Rîcî diyar kir ku li hezaran gundî pirsgirêka avê heye û li sedan ji gundan jî kanî çikiyane.

Rîcî got, "Li gundên Sîstan-Belûcîstanê 343 kanî bi temamî çikiyan" û wiha dewam kir: "Li 1.232 gundan pirsgirêka avê heye. Ji bo av bi qemyonan bê birin, pêwîstî bi krediyên taybet heye."

Rîcî anî ziman, ku li 3.024 gundan sîstema belavkirina avê nîne û got, "Bi rêya qemyonan ava paqij ji van gundan re tê birin. Wekî din, ji bo gundên Sîstan-Belûcîstanê 348 sîstemên belavkirina avê ne çalak in."

Ziwatî û krîza avê weke yek ji pirsgirêkên bingehîn giran dibin. Ziwatî û pirsgirêka avê bandorê li gelemperiya Îranê dike. Tê gotin, ji ber ku çavkaniyên avê bi rengekî nebaş tên bikaranîn, felaketeke wiha ya ekolojîk rû daye.

Wezîrê Enerjiyê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku krîza avê bandorê li 334 bajar û li 35 milyon kesî dike.