Kanadayê deriyê xwe li hilbijartinên Îranê girt

Rayedarên Kanadayê destûr nedan, ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê li Kanadayê buroyên dengdanê bên vekirin.

Rejîma Îranê beriya niha bi mehekê ji Kanadayê xwestibû, destûrê bide ji bo vekirina buroyên dengdanê. Hat ragihandin, hikumeta federal a Kanadayê ev daxwaz red kir. Kanada bi giranî ji welatên biyanî dixwaze, ku li nûnertiyên xwe yên dîplomatîk, hilbijartinê organîze bike. Lê belê nûnertiya dîplomatîk a Îranê li Kanadayê nîne.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Îranê, roja Çarşemê li Tehranê bi heyeteke Kanadayî re rûnişt. Lê belê di vê hevdîtinê de jî encamek derneket. Mûxalîfên Îranî bi kêfxweşî pêşwaziya helwesta Kanadayê kirin.

Li Îranê wê roja 19'ê Gulanê hilbijartina Serokkomariyê were kirin. Di hilbijartinê de, 6 namzetên ji aliyê Mûxafizên Parastina Destûra Bingehîn ve hatine erêkirin, ji bo serketinê li ber xwe didin. Ti ji namzetên 'reformxwaz û mûxafazakar' soza çareseriyeke mayînde ya pirsgirêkên civakî û aborî nadin.

Di serdema Serokkomare heyî Hasan Rûhanî de, li gorî mûxalîfan di nava 4 aslan de bi qasî 3 hezar kes hatine darvekirin. 77 ji van jin in û gelek zarok jî di nav de hene. Hevrikê bingehîn ê Rûhanî Îbrahîm Reîsî, di sala 1988'an de ji înfazkirina 30 hezar siyasiyan berpirsyar tê dîtin. Di havîna sala 1988'an de ev înfaz veguherîn komkujiyeke trajîk a li girtîgehan. Reîsî jî hingî endamê komîsyona li ser cezayê îdamê bû.