Kabîl: Wê 100 endamên din yê Talîbanan berde

Hikumeta Efgan piştî ku duh 100 endamên Talîbanan berdan, diyarkirin ku 100 girtiyên din jî wê berdin.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Navnetewî ya girêdayî Hikumetê Cavîd Faysal, di daxuyaniya xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku roja Pêncşemê 100 girtiyên din ên Talibanan, li gorî rewşa tenduristî, temen û demê cezayê wan wê berdin.

Rayedarên Kabîlê roja Çarşemê ji 100 girtiyên Talînanên ku “Soza carek din neyên herêmên şer dayîn” serbest berdan.

Berdevkê Talîbanan Zabîhullah Mucahîd tehliyeyên nû red kirin. Talîban di çarçoveya peymana bi DYE’yê re kirî daxwaza berdana bi hezaran girtiyan dike.

Di encama danûstandinên navbera Talîbanê û DYE'yê de 22'ê Sibatê agirbestek hatibû ragihandin. Di encama vê pêvajoyê de jî 29'ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê DYE û Talîbanê mohra xwe danîbûn binê peymanekê. Di berdêla garantiyên ewlekariyê yên Talîbanê de DYE û hevalbendên wê soz dabû ku di nava 14 mehan de hêzên xwe ji welêt vekişînin. DYE'yê her wiha vekişîna hêzên xwe bi şertê destpêkirina danûstandinên Talîbanê bi hikumeta Efgan ve girê dabû.