Juncker ji seroktiya demê ya YE'yê Bukreşê gumanê dibe

Serokê Komîsyoan Ewropayê Jean-Claude Juncker gumanê jê dibe ku Romanya ku Çile wê bibe seroktiya demê ya YE'yê, nikaribe bi berpirsyariya xwe rabe.

Juncker ji rojnameya  Elman  Dîe Welt re axivî, got, Romanya, ''Ji hêla teknîk ve'' her çendî li ser mijara ku DYA'yê rê ve bibe, hazir be jî, ''Hikûmeta Bukreşê hê baş jê serwext nebûye bê ka seroktiya welatên YE'yê tê çi maneyê''.

Juncker got, ''Gaveke bi pîvan, vîna guhdariya li yên din û bi rengekî jidiyayî hewce dike ku metirsiyê xwe li plana duyemîn deyne. Di van mijaran de gumanê jê dibim.''

Serokê Komîsyona Ewropayê li ser seroktiya Romanyayê, nexasim di mijara polîtîkayên milliyetgir de probleman dijî, amaje pê dike ku ne bi wê zerengiyê ye ku seroktiyê ji YE'yê re bike.

Romanya 1'ê Çile ji bo şeş mehan wê seroktiya demê ya YE'yê ji Avûstûryayê dewr bistîne. Romanya 2007'an bû endama YE'yê û cara pêşî wê seroktiya demê bike.