Jogn-ûn planên çalakiyên leşkerî yên li dijî Koreya Başûr da sekinandin

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn çalakiyên leşkerî yên li dijî Koreya Başûr da sekinandin.

Koreya Bakur di hefteyên dawîn de gefên xwe yên li ser Koreya Başûr zêde kiribû. Rêveberiya Pyongangê nerazîbûn nîşanî belavokên ji Koreya Başûr dida. Ev belavok bi nepoxan dihate şandin. Di belavokan de mafên mirovan û xebatê nukleer ên li Koreya Bakur dihate rexnekirin.

Koreya Bakur bi awayekî fermî rêyên têkiliyê girtibû û buroya xwe ya ragihandinê jî hilweşandibû.

Artêşa Koreya Bakur jî diyar kiribû ku wê li dijî Koreya Başûr çalakiyên cihê li dar bixe.

Lê ajansa nûçeyan a fermî KCNA roja Çarşemê nûçeyek weşand.Di nûçeyê de diyar kir ku Kîm Jong-ûn tevlî civîa Komîsyona Leşkerî ya Navendî bûye û vê komîsyonê çalakiyên leşkerî yên li dijî Başûr daye sekinandin.

Li gorî gelek pisporan Koreya Bakur ji ber hevdîtinên navneteweyî yên li ser nukleerê negihiştibû encamê bi hinceta belavokan dixwaze tawîzan werbigire.