Ji Sûriyeyê bi saxî filitî, li Fransayê çavên wî rijiya!

Mûhammed zarokekî 15 salî ye. Malbata wî ji şerê li Sûriyeyê reviya û di ser Lubnanê re derbasî Fransayê bû. Di dema çalakiya Êlek Zeran de ji ber bombeya gazê ya polîsan çavên Mûhammed rijiya.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Mûhammed zarokê herî mezin ê malbata ji sê zarokan e. Sala 2018'an hate Fransayê. Di çalakiya Êlek Zeran de ya li navenda Saint-Etienne ya 12'ê Çileyê, bê dilê xwe amade bû.

Mûhammed dibêje, di dema çalakiyê de guleyek bombeya gazê li wî ketiye û çavên wî rijiya ye. Parêzerê wî jî anî ziman ku Mûhammed ne ji Êlek Zeran e, lê belê ji ber ku di dema çalakiyê de li qadê bû û li derdorê temaşe dikir, gule lê ketiye.

Mûhammed dibêje, "Gazên ku çavên mirovan dişewitîne hebûn, Êlek Zer direviyan. Ez li cihê lê bûm sekinîm, li ber rawestgeha tramvayê. Min li polîsê li pêşiya xwe dinerî, ji nişka ve tiştek li rûyê min ket û ketim. Min tiştek nedidît."

Malbatê gilî kir û li ser vê yekê Dozgeriya Komarê ji bo lêpirsînê Mufetîşiya Giştî ya Polîsên Neteweyî wezîfedar kir.