Ji Sanayê ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû

Li Yemenê ji paytexta Sanayê ya di bin kontrola Hûsiyan de, ji 2016’an û vir ve cara destpêkê balafireke rêwiyan rabû.

Balafira ku ji paytext Sanayê ber bi Siûdî Erebistanê ve hecî hildigirtin, roja Şemiyê rabû.

Hat ragihandin ku balafira Yemenîa Aîrways 277 rêwî hilgirtine. Balafir li gorî saeta herêmî di saet 20.00’an de rabû.

7 sal in rêyên hewayî yên Sanayê ya navneteweyî, di bin ambargoya Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Siûdî Erebistanê de bû.

Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Yemenê, sala 2015’an tevlî şer bûbû. Di 2014’an de Hûsiyan hikûmeta li Sanayê û beşekî fireh ê welêt bi dest xistibû. Şerê li Yemenê yê di navbera Îran û Siûdî Erebistanê de ku bi sed hezaran kesan têde jiyana xwe ji dest dan, weke şerekî vekaletê tê nirxandin.

Yemen ji ber şer, yek ji krîzên mirovî ya herî cidî lê heye.