Ji bo xwe bide ber sînor, wê Fransa 130 milyon Eûro bide Tûnûsê
Fransayê, da xuyakirin ku wê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberiya bi qaçaxî de, 26 milyon Eûro milyon bide Tûnûsê. Yekitiya Ewropayê jî dabû zanîn ku wê 105 milyon Eûro bide.
Fransayê, da xuyakirin ku wê di çarçoveya têkoşîna li dijî koçberiya bi qaçaxî de, 26 milyon Eûro milyon bide Tûnûsê. Yekitiya Ewropayê jî dabû zanîn ku wê 105 milyon Eûro bide.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Gérald Darmanîn, ragihand ku wê Fransa ji bo ber li koçberiya bi qaçaxî bigire, 25,8 milyon Eûro bide Tûnûsê.
Li gor Gérald Darmanîn, bi vê alîkariyê wê Tûnûs bikare alav û amûrên pêwist bistîne û polîs û sînorparêzan perwerde bike.
Hefteyek berê, Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyenê jî da zanîn ku Yekitiya Ewropayê ji bo têkoşîna li dijî koçberiya bi qaçaxî, 105 milyon Eûro bide Tûnûsê.
Serokkomarê Tûnûsê Kaîs Said, piştî daxuyaniya Fransayê ya ji bo alîkariyê, cardin got ku wê Tûnûs xwe neke parêzkara sînor a Ewropayê.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Darmanîn jî got: “Tûnûs, ne parêzkara sînorê Ewropayê ye.”
Gelek koçber û penaberên ji Efrîkaya Bin Sahrayê, dixwazin di Tûnûsê re xwe bigihînin Ewropayê.