Ji bo telefona xwe bibîne ava bendavê vala kir, ji wezîfeyê hate dûrxistin

Li Hindistanê karmendekî payebilind ji bo telefona xwe bibîne ku kete nava avê, du milyon lître av da valakirin. Ji bo telefonekê rezerva avê hate çikandin. Karmend ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Li herêma Kherkatta ya Çatîsgarê rezerva avê ji bo telefonekê hate çikandin.

Karmendekî payebilind dema ku wêneyên xwe dikişand, telefona wî kete nava avê. Ji bo telefona xwe bibîne destpêkê çend noqkar avêt nava avê û li telefona xwe geriya.

Mufetîşê paqijiya xwarinê ya eyaletê Rajesh Vîshwas ê 32 salî ji bo telefona xwe ya bi 1200 dolarî bibîne 2 rojan lêgerîn da kirin. Ji ber ku telefona xwe nedît, roja sêyemîn (Roja Sêşemê) bendava ku kûrahiya wê sê metre bû da valakirin. Vîshwas ji medya herêmî re axivî û îdîa kir ku rayedarên Saziya Çavkaniya Avê bi gotinê destûr dane wî. Telefona xwe dît, lê xera bû bû.

Vîshwas îdîa kir ku ava li bendavê tenê ji bo pîknîkê û avjeniyê bû.

Lê belê li gorî rayedarên herêmî ava bendavê têra avdana 600 hektar zeviyên çandiniyê dikir.

Rayedaran diyar kirin ku karmendê navborî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.