Plana nû ya li ser sînorê herdu Îrlandayan

Piştî ku Brîtanyaya Mezin wê ji Yekîtiya Ewropayê veqete, ji bo ku sînorê di navbeyna du Îrlandayan de neyê girtin plan hate danîn.

Hikûmeta Brîtanyaya Mezin piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bi plana Îrlanda Bakur a li ser plana Îrlandayê, xwest ku sînor vekirî bimînin.

Li gor vê Brîtanya ku 2019’an wê ji YE’yê drkeve, heta dawiya 2020’an jî ku bi rengê ‘pêvajoya derbasbûn’ê tê qebûl kirin, wê tevlêbûna li nav Yekîtiya Gumrikê ya YE’yê bidome. Lê herî dereng 2021’ê wê dawî li vê were.

Serokwezîra Brîtanyaya Mezin Theresa May plan hişkere kir, Sermuzakerevanê Brexîtê yê YE’yê Mîchel Barnîer destek da planê. Lê Barnîer xwest ku plan hurmetê bide rêgezên piyaseta navxwe YA YE’yê û gumrikê ya û her wiha û divê planeke kêrhatî be ku sînorekî teqez ê di navbera du îrlandayan de neye danîn.

Di referandûmê de ku 23’yê Hezîrana 2016’an pêk hatibû yên ku dixwest ji YE’yê derkevin 52 ji 100’î bûn. Piştî referandûmê ji bo ku Brîtanya ji yekîtiyê êveqete Adara 2019’an hatibû diyarkirin. Lê hemû alî dixwazin ku divê di navbeyna Îrlandayê de û Îrlandaya Bakur de ku di bin serweriya Brîtanyaya Mezin de ye, sînorekî wiha yê bi kontrola zêde nebe.