Ji bo rizgarkirina bajarê Derna yê Lîbyayê operasyonê dest pê kir

Li Lîbyayê ku ji sala 2011'an dema têkbirina Mûammer Kaddafî û vir ve bê aram e, ji bo rizgarkirina Derna ku bajarê dawî ye di destê çeteyên tund ê Îslamî de ye, operasyoneke mezin dest pê kir.

Paytexta Lîbya Trablûs û herêmên li bakurê rojava û rojavayê wê ne di nav de, hemû herêmên din ên Lîbyayê di destê hikumeta navendî ya Tobrûkê de ne. Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ser bi hikumeta navendî ya Tobrûkê dest bi operasyona Dernayê kir.

Derna li qiraxa deryayê ye û li bakurê rojhilat ê welêt e. Ji sala 2011'an dema hilweşandina Mûammer Kaddafî û vir ve di destê komên tund ên Îslamî de ye.

Mareşal Halîfa Haftar diyar kir ku armanca wan rizgarikrina temamiya Dernayê ye û got, "Azadiya Dernayê dest pê kiriye."

Haftar da xuyakirin ku bomberdûmana yekîneyên artêşê ya li ser 'baregehên terorîstan' didome.