Ji bo herêma Gola Çadê wê bi 2 milyar Euroyî alîkarê bê kirin

Ji bo bi milyonan kesên li herêma Gola Çadê ku bi ziwatî û şer di rojevê de ye, wê bi 2 milyar Euroyî alîkariya malî bê kirin.

Herêma Gola Çadê ku li ser sînorê Nîjerya, Nîjer, Çad û Kamerûnê ye, ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram bi milyonek kes ji cih û warê xwe bûbûn. Li gel vî şerî, ziwatiya van salên dawî bû sedem ku nêzî 10 milyon kes birçî bimînin.

Li paytexta Elmanya Berlînê konferanseke navneteweyî hate lidarxistin û di konferansê de li hev hate kirin ku bi 1 milyar û 870 milyon Euroyî alîkariya malî li herêma Gola Çadê were kirin. Tevî nûnerên hikumetên 70 welatî, saziyên alîkarî ya jî krediyê yên navneteweyî jî tevlî konferansê bûn.

NÊZÎ 2,5 MILYON KES JI CIH Û WARÊ XWE BÛN

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock ê ji koordînatoriya alîkariya lezgîn berpirsyar e, li konferansê axivî û got, tevî alîkariya însanî ya salên dawî jî li Nîjerya, Çand, Nîjer û Kamerûnê pêwîstiya bi milyonan însanî bi alîkariyê hene. Lowcock diyar kir, yek ji çar parên 10 milyon kesen li herêmê ji ber ziwatî û şer neçar man cih û warê xwe biterikînin û bibin penaber.

Hate ragihandin ku li gel alîkariya malî ya li herêmê were kirin, wê bi rêya bankayên pêşvebirinê 400 milyon euro kredî were dayin. Tê gotin, beşek ji alîkariya malî û krediyê wê ji bo pêşîgirtina li koçberiya ber bi welatên Ewropayê ve bê bikaranîn.