Ji bo Efrînê bangî sefîrê Tirkiyeyê yê Swêdê kirin

Rayedarên Wezareta Karê Derve ya Swêdê  bangî sefîrê Tirkiyeyê kir. Rayedaran diyar kir ku wan ji sefîr re gotine ku şîddeta zêde ew ê êşê bi xwe re bîne.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da rexneyên ku ji bo Efrînê li wê hatine kirin û diyar kir ku Swêd li hemberî Efrînê bêdeng namîne û ji bo Efrînê bangî sefîrê Tirkiyeyê yê li Swêdê kirine.

Wallstrom got ku “Em bi sefîrê Tirkiyeyê re axivîn. Me got ku, rîsk heye ku rewşa niha ya xerab, xerabtir bibe. Şîddeta ku zêde dibe, bi xwe re êşê tîne.”

Parlementerê Keskan ê Partiya Hawîrê Jabar Amîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew vê gava wezareta Swêdê ew erênî dibînin.

Amîn diyar kir,  ji bo ku êrîşên Tirkiyeyê were sekinandin wan ji Wallstrom xwestine ku vê mijarê li Neteweyên Yekbûyî têxe rojevê.