Ji bo diyaloga bi Îranê re divê guşar rabin
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîkî Pompeo ya duh kiribû, ragihand heta guşarên li ser welatê wî bi dawî nebin wê diyalogê nekin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîkî Pompeo ya duh kiribû, ragihand heta guşarên li ser welatê wî bi dawî nebin wê diyalogê nekin.
Zarîf li ser hesabê Twîterê ragihand ku guşarên ‘terorîzma aborî’ ya DYE’yê ya li dijî welatê wî herî zêde sivîl dibin hedef û diyar kir ku di serî de sektora tenduristiyê û hemû civak bandor dike.
Cevad Zarîf bal kişand ser daxuyaniya Mîkî Pompeo ya bê şert û merc li gel Îranê wê diyalogê bikin got: “Şer û muzakere dixwazî bi şer an bê şer hema carekê nabe” da diyarkirin ku ji bo muzakereyan divê guşar bi dawî bibin.