Ji bo derketina hêzên biyanî yên li Sûriyeyê hevkariya Îsraîl û Rûsyayê

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku ji bo vekişandina hêzên biyanî yên li Sûriyeyê ew ê Rûsya û Îsraîl bi hev re bixebitin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû derbarê serdana  xwe ya li Moskovayê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo vekişandina hêzên biyanî yên li Sûriyeyê, ew ê Rûsya û Îsraîl bi hev re bixebitin.

Netanyahû Çarşema borî bi Vladîmîr Pûtîn re civiya û diyar kir ku ew ê Îsraîl êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî çeperên Hîzbûllahayê yên li Sûriyeyê nede sekinandin.

Netanyahû got ku, “Fikra min û Pûtîn yek e: Em dixwazin hêzên biyan ên ku hatine Sûriyeyê, bila derkevin.”

Derbarê ku ev di çarçoveya vê hevkariyê de ew ê hêzên Tirkiyeyê yên dagirker jî hebin an na, tu agahî nehatin dayîn.

Rûsyayê berê jî xwestibû ku hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin lê hêzên Tirkiyeyê bi destûra Rûsyayê re li Sûriyeyê dest bi dagirkeriyê kiribûn.