Ji bo dawî li şêrê Israîl û Hamasê were peyman

Rayedarên Israîlî û Hamasê ya ku li Şerîda Xazeyê desthilat e, ragihandin ji bo ku şerê vê meha dawî bidawî bibe li hev kirine.

Şefê bûroya siyasî ya Hamasê Yahya Sînvar got, ''Ya dawî bi navbeynkariya sefîrê Qatarê Mihemed El Emadî, di encama diyalog û têkiliyên cihê de ji bo ku rageşî raweste û dawî li êrîşên siyonîst ên li dijî gelê me werin peyman hate danîn.''

Artêşa Israîlê ji 6'ê Tebaxê û vir ve balonên teqîner û rokêtan dike hincet û her şev Şerîda Xazeyê bombe dike.

Li gorî serwîsên agirkuj ên Israîlê ji ber balonên sotîner li Israîlê ji 400'î zêdetir şewat derketine. Hikûmeta Israîlê dorpêça li ser Şerîda Xazeyê jidand û wiha bersiv da. Tekane deriyê ku mal jê derbas dibûn Kerem Şalom hate girtin, sewqiyata sotemeniyê hate rawestandin. Vê jî kir ku santrala elektrîkê ya Şerîda Xazeyê were girtin.

Jêdrên Hamasê diyar dikin hemû fraksiyonên Filistînî yên li Şerîda Xazeyê qebûl dikin ku balon û madeyên sotîner neavêjin. Li gorî eynî jêderan ji Sêşemê û pê de wê dîsa sotemeniyê bidin Xazeyê.

Rayedarên Israîlî jî gotin, ''Hamas ku ji hemû tevdîrên bi ser Şerîda Xazayê de berpirs in, heke di peymanê de ne serkeftî be, Israîl wê li gorî vê tevbigere.''