Ji bo DAÎŞ'ê fikra dadgeha navnetewî çêdibe
Fikra dadgeha navnetewî ya ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Xweser ji bo darizandina endamên çeteyên DAÎŞ'ê çêdibe. Li Swêdê di civînekê de nîqaşên teknîk hatin kirin.
Fikra dadgeha navnetewî ya ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Xweser ji bo darizandina endamên çeteyên DAÎŞ'ê çêdibe. Li Swêdê di civînekê de nîqaşên teknîk hatin kirin.
Ji bo ku darizandina endamên çeteyên DAÎŞ'ê li Iraqê û Sûriyê avakirina dadgehê, Duşemê li Stockholmê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de 11 endamên Yekîtiya Ewropayê û Swîsre jî hazir bûn. Ev fikir hê bi asta nîqaşê ye. Derbarê pêkhatina dadgehê ramanên cuda hene.
Li gorî medyaya Swîsreyê di civînê de li ser navê Swîsryê ji Beşa Federal a Karê Derve pisporek û ji Beşa Daraza Federal û Polîsan pisporek hazir bûn.
Di asta teknîk de jî aliyan agahî par ve kirin, lê ti biryar nehate standin. Tê gotin, ji bo ku dadgeheke navnetewî were rûniştandin hê gelek rê heye.
Gelek pirs nehatine bersivandin. Mijarên mîna xwegihandina delîlan, bicihanîna hiqûqa netewî û navnetewî û bicihanîna cezayê, di vê pêvajoya darizandin û cezakirinê de hurmeta li normên navnewî, hê zelal nebûne.
Konseya Federal a Swîsreyê diyar kir ew ê bi rengekî aktîf tevlî wan nîqaşên ji bo avakirina dadgeheke taybet bibin.
Wezîrê Karê Navxwe yê Swîsreyê Mîchael Damber ku malxweyitiyê li civînê dike, got qonaxa piştre ew e ku li ser vebijêrkan li hev bikin. Bi vê çarçoweyê bi welatên herêmê re jî wê gotebêjî werin kirin.
Wezîrê Swîsreyî encamên nîqaşê, Înê li Luksembûrgê di civîna hevtayê xwe de wê ragihîne. Di civînê de wê delegasyoneke Swîsreyî jî hazir be.