Ji ber kolerayê 1310 kes mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji meha Nîsanê û vir ve li Yemenê ji ber şewba kolerayê, 1310 kes mirin.

Di daxuyaniya WHO de hate gotin, "Ji 27'ê Nîsanê û vir ve li Yemenê zêdeyî 200 hezar nexweşên bi gumana bi şewba kolera ketine, hatin tespîtkirin. Ji hingî ve 1.310 kes ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan."

WHO pêr jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, ku hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê li Yemenê jiyana xwe ji dest dane 1.256 e.

Li Yemenê, di nava du salên şerê navxweyî de bi qasî 3 mîlyon kes di nava welêt de ji cih û warên xwe bûn. Ji ber nebûna ava paqij a vexwarinê û ji ber hevnedana sergo, welatî di nava rîskê de ne ku bi vê şewbê bikevin.