Ji ber grîbê li Fransayê zêdeyî hezar kes mirin

Grîbê bandoreke giran li gelek welatên Ewropayê kiriye. Tenê li Fransayê ji ber krîbê zêdeyî hezar kes di nava 3 hefteyan de mirin.

Li gorî agahiyên di bultena heftane ya Ajansa Tenduristiya Cemaweriyê ya Fransayê (SpFrance) de hate weşandin, ji ber şewba grîbê ku hîn jî dewam dike, di navbera 1-21'ê Çileyê de herî kêm 1.100 kes mirin. Li gorî bultenê, dûre di nava 2 hefteyan de bi dehan hezar kes ji ber krîbê rakirin servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan.

Di bultenê de hate ragihandin, şewba grîbê ya bi vîrûsên A (H1N1) û A (H3N2), bi giranî bandorê li mirovên ji 75 salî mezintir û zarokên 5 salî biçûktir dike.

Xaleke girîng a ku di bultena ajansê de işaret pê tê kirin ew e; rêjeya derziya li dijî grîbê ya îsal tê bikaranîn, ji bo pêşîgirtina li vîrûsa A (H1N1) tenê 59 ji sedî ye.

Bandora derziya li dijî grîbê li ser vîrûsa A (H3N2) jî tenê 19 ji sedî ye.

Li Elmanyayê jî ku mezintirîn welatê Ewropayê ye, tê gotin ji ber grîba bi cûreyê Înflûenzayê di nava hefteyên dawî de bi dehan kes mirine.