Ji ber êrîşa li Parîsê 2 kesên din hatin destgîrkirin

Ji ber êrîşa roja Şemiyê ya li Parîsê ku kesekî jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Strasbourgê du kesên din bi sedema ku pêwendiya xwe bi êrîşkar re hebû hatin destgîrkirin.

Roja Şemiyê kesek bi kêrê ketibû stasyona metro ya Quatre-Semtembre ya Parîsê û kesek kuştibû gelek kes jî birîndar kiribû. Piştî êrîşê, dozgeriya Parîsê mijar radestî yekîneya antî-terorê kiribû.

Hatibû eşkerekirin ku êrîşkarê bi destwerdana polîsan hate kuştin, welatiyekî Fransayê yê ji Çeçenîstanê ye. Derket holê ku êrîşkarê bi navê Khamzat Azîmov tevî malbata xwe serlêdana penaberiyê li Fransayê kiribû û li bajarê Strasbourgê sala 2010'an mafê welatîbûna Fransayê bi dest xistibû.

Tê gotin ku pêwendiya êrîşkar bi çeteyên DAÎŞ'ê re hebû û sala 2015'an dibe ku bi komeke dixwest endaman ji çeteyan re peyda bike, têkiliya xwe hebû.

Polîsên ku dê û bavê êrîşkar destgîr kirin, duh êvarê jî li Strasbourgê hin hevalên êrîşkar destgîr kirin. Hate ragihandin ku li ser kesekî bi rengekî rûgirtî hate destgîrkirin, tîşortekî bi nivîsa "Grozny" û wêneyê kalaşnîkovê hebû.

Li Fransayê, piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya Mijdara 2015'an ku 130 kes lê hatin kuştin, gelek êrîşên bi heman rengî hatin kirin. Tîrmeha 2016'an li bajarê Nice çeteyekî welatiyê Tûnisê bi qemyonê dabû nava girseya gel a li pîrozbahiya şoreşa 14'ê Tîrmehê û 86 kes kuştibû. Par bi kêran çend êrîş hatibûn kirin û di encamê de 5 kes miribûn.