Komîsyona Neteweyî ya Razên Dewletan a girêdayî Wezareta Hêzên Çekdar a Fransayê biryar da ku nepeniya li ser belgeyên şîrketa çîmentoyê ya Lafargeyê rakin. Ev şîrket sûcdarî lê tê kirin ku bertîl daye çeteyên DAÎŞ’ê.
Li gorî biryarê 40 belgeyên nepen ên ku îstîxbarata navxweyî, leşkerî û derve kom kiriye ew ê radestî koma lêpirsînê were kirin.
Şîrketa Lafargeyê li Başûrê Kobanê li bajaroka Çelebî di dema dagirkeriya DAÎŞ’ê de bertîl dabû çeteyan. Şîrket ji bo ku karibe hilberîna xwe bidomîne, 13 milyon eûro daye çeteyan.
Piştî ku bertîl derket holê, malbatên kesên ku di qetlîama Parîsê ya di 13’ê Mijdara 2015’an de jiyana xwe ji dest dabûn û saziyên civakî doz li Lafargeyê vekirin. Lafarge di sala 2015’an de bi şîrketa Holcîm a Swîsreyê bûbû yek.