Ji Îranê û Rûsyayê helwesta 'Tirkiyê'

Wezareta Karê Derve ya Îranê li dij derket ku dewleta Tirk a dagirker, ''li Sûriyê garnîzonan deyne'' û Rûsyayê jî mitebeqata Edeneyê anî rojevê.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Abbas Mûsavî li dijî plansaziya 12 cihên çavdêriyê yên li deverên ku dagir kirine helwest nîşan da.

Mûsavî ji telezivyona dewletê re axivî û got, ''Em li dijî wê ne ku Enqere li Sûriyê cihê garnîzonan çêbike'' û domand, ''Pirsgirêk divê bi rêyên dîplomatîk çareser bibe. Divê hurmet ji yekîtiya Sûriyê re were nîşandan.''

RÛSYAYÊ MITEBAQATA EDENE ANÎ ROJEVÊ

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Mowkowê di civîneke çapemeniyê de mitebeqata Edene anî rojevê.

Lavrov got, ''Helbet divê di navbeyna Tirkiyê û Komara Ereb a Sûriyê de diyalog were danîn. Li ser vê xalê em jî hazir in ku bi rola destekdayinê rabin û têkiliya navborî teşwîq bikin.''

Lavrov got, ''Divê diyaloga di navbeyna Enqerê û Şamê de xwe bispêre ser Mitebeqata Edeneyê ku Şam û Enqerê 1998'an îmze kiribûn.''

Lavrov behsa hin guherînên di mitebaqatê de kir û got, ''Dawiyê, alî dema têkiliyan dibe ku hewceyî pê bibînin ku mitebeqatê ji hin aliyan ve zelal bikin an jî hin tiştan biguherînin, heke vê dualî qebûl bikin ev bi biryara wan dibe, helbet em ê jî vê qebûl bikin û destekê bidinê.''

Lavrov got divê di navbeyna hêzên Kurd û Şamê de diyalog çêbibin û diyar kir Rûsya hazir e ku diyalogeke wiha bi hemû rengî destek bikin. Lavrov got, ''Herdu aliyan jî nîşan dan ku dixwazin Rûsya di vê pêvajoyê de bi wan re alîkar be.''