Japonya ji bo navbeynkariya DYE û Îranê xwe kar dike

Hikûmeta Japonya ragihand, Serokwezîr Shînzo Abe demeke ne dûr xwe kar dike ku serdana Îranê bike. Li gorî medyaya Japonya ev serdan heftiya pêş me dibe ku bibe.

Sekreterê Giştî yê Hikûmetê Yoshîhîde Sûga, dema civîneke çapemeniyê ragihand ku Serokwezîr Shînzo Abe wê serdana Îranê bike. Sûga got, kitekitên serdanê hê bi qonaxa destpêkê ne.

Shînzo Abe wê bibe Serokwezîrê pêşî yê Japonya ku piştî 40 salî wê serdana Îranê bike.

Ev serdan têkilî rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de çêdibe. Rêveberiya DYE'yê, ji peymana nukleer a 2015'an a li Viyanayê yek alî vekişiyabû û dîsa biryara ambargoyê li ser Îranê danîbû.

Dawiya meha bihurî Serokê DYE'yê Donald Trûmp dema serdana Tokyo gotibû bi Îranê re dixwazin peymanekê deynin û diyar kiribû ku ew ê kêfxweş bibin ku Japon di vî alî de alîkar bin.

Trûmp gotibû, ''Ez pir baş dizanim ku Serokwezîr pir nêzîkî rêveberên Îranê ye û em ê bibînin bê ka wê çi bibe.''

Abe di civîna çapemeniyê de, ya bi Trûmp re gotibû welatê wî ji bo vê pirsa giran a rojeva navneteweyî tişta ji dest were wê bike.

Televizyona dewletê ya NHK'ê ya Japonya ragihand, projeya Abe ew e ku nîveka Hezîranê serdana Îranê bike.