Japonya dîsa dest bi nêçira balîna dike

Japonya, roja Çarşemê eşkere kir ku ji Desteya Balînakariyê ya Navneteweyî vedikişin û wê ji meha Tîrmehê û pê ve dest bi nêçira balînayan bikin. 

Japonya, li ser kaxiz be jî, ev 30 sal in balînagirî nedikir. Lê belê di rastiyê de ti carî balînagirî nehatibû qedandin. Japonyayê, heta sala 1986’an ji bo lêkolînên zanîstî destûr dida balînagiriyê û masîgiran jî ji vê valatiyê sûd werdigirt û derdiketin nêçîra balînayan. 

Lê belê vê carê hate ragihandin ku bi awayekî eşkere û bi armancên bazirganiyê wê nêçîrvaniya balînayan bê kirin. Beriya Japonyayê, Îzlanda û Norwecê jî biryareke wiha dabûn. 

Li dijî vê biryarê hawirdorparêzan nerazîbûn nîşan dan. Hikumeta Awûstralyayê diyar kir ku ew ne li benda biryareke wiha bû bang kir li Japonyayê kir ku helwesta xwe ya li ser mijarê biguherîne. Wezîrê Karên Derve yê Zelandaya Nû Winston Peters jî peyamek ji Tokyoyê re şand û got, "Pêkanîneke wiha bêkêr e."

Berdevkê hikumeta Japonyayê diyar kir ku wê neçin li Entertîka û Nîvkada Başûr nêçîra Balîna nekin û wê tenê li avên berbejahiyê û li herêmên ji bo aboriyê hatin serbestkirin ve sînordar bimînin. Hawirdorparêzan biryara Japonyayê şermezar kirin. Komaleya Emerîkayê Humane Society International (HSI), got, "Wê Japonya bibe neteweya nêçîrvanê korsan a balînayan" û nerazîbûn nîşan da.