Iraqî naxwazin lê her diçe destwerdana li derve ya li Iraqê zêdetir dibe

Yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Iraqê pêşîlêgirtina destwerdana derveyî ya di kar û barên navxweyî yên Iraqê ne. Lê belê berevajî daxwaza Iraqiyan her ku diçe destwerdanên derveyî berfirehtir dibe.

Yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Iraqê li dijî destwerdana ji derve ya di kar û barên navxweyî yên Iraqê ye, lê belê her ku diçe destwerdana ji derve ya di kar û barê navxweyî ya Iraqê berfirehtir dibe, tenê dewletên ji derve li cihê rayedarên Iraqê biryarê didin.   

Ji 25’ê meha derbasbûyî heta niha xwepêşandanên li Bexda û bajarên Başûrê û navenda Iraqê berdewame. Di  nava wê demê de parlemen û serokê hikûmetê cuda cudaji bo aramkrina rewşa Iraqê çend caran proje yasayên nûkirinê ragihandin, lê belê nekarîne xwepêşanderan razî bikin da ku xwepêşander kolanan vale bikin.   

Di destêwerdana dawî ya ji derve de, fermandarê artêşa Quds ya Îranê bi partiyên bibandor yê Iraqê re civînek pêk anî ku tê de biryar dan ku serokwezîrê Iraqê Adil Abdûlmehdî li ser kar bimîne û dawî li xwepêşandanan bînin.

Rexmî ku du roj li ser civîna aliyên siyasî yên Iraqê re derbas bû lê heta niha xwepêşandan li meydana Tehrîr vale nekiriye û li gelek beşên bajarê din yên Başûr û navenda Iraqê xwepêşandan berdewame. Xwepêşander debêjin: “Ti kes û aliyekî siyasî nûnertiya me nakin, heta ku xwestekên me pêkneynin emê kolanan vale nakin.”

Daxwazên herî girîng ên xwepêşanderên Iraqê çi ne?

1- Rûxandina hikûmet û parlemenê û pêkanîna hikûmetekî demkî ya serbixwe.

2- Guhertin çêkirin di yasaya hilbijartinê de.

3- Çêkirina komisyonekî nû ya hilbijartinê û guhertina endamên wê.

4- Guhertina xalên destûrî

5- Rûxandina hemû mafên yasayî yên berpirsên payebilind ên Iraqê.

Di çarçoveya destwerdanan de îro Qesra Spî ya Emerîka bi daxuyaniyekê di derbarê xwepêşandanên Iraqê de, daxwaz kir ku bi zûtirîn dem hilbijartineke pêşwext bê çikirin û hukûmetekî nû ji bo Iraqê bê pêkanîn.

Ji aliyê din ve hêzên ewlekariyê ji bo ku bikarin di demek nêzîk de bi awayek hêsan dawî li xwepêşandanan bînin, di nava hewldanê de ne ku li meydanekî biçûk xwepêşanderan dorpêç bikin. Lê belê xwepêşander ji bo ku dawî li hûkûmetê bînin bi israrin ku biçine herêma kesk ya Bexdayê.  

Tenê di nava du rojên derbas bûyî de li meydana Xelanî ya bajarê Bexdayê, ji ber sedemê şer û aloziyên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de 8 xwepêşander hatin kuştin û zêdetirî sed xwepêşanderan jî birîndar bûn.  

Di derbarê wan qûrbaniyan de Rêxistina Efû ya Navnetewî hişyarî daye hikûmeta Iraqê da ku hêzên xwe yên leşkerî kontirol bikin û xwepêşanderan nekine qûrbanî.