Iraq, sînorê Sûriyeyê bi têl û kûleyên çavdêriyê digire

Iraqê bi têlan dest bi girtina sînorê xwe yê bi Sûriyeyê kir.

Berdevkê ewlehiya sînorê eyaleta El Anbar efser Enver Hamîd Nayef ji AFP’ê re axivî û wiha got; “Beriya 10 rojan me dest bi girtina sînor bi kûleyên çavdêrî û bendên ewlehiyê kir.”

Di navbera herdu welatan de sînorekî 600 kîlometre heye, sînorê herî fireh xwedî çolekê ye û li Cezîrê ye. Ev çol ji rojhilatê Bexd ber bi  Sûriyeyê dirêj dibe.

Çeteyên DAIŞ’ê di 2017’an de di serî de Mûsil û navenda bajar winda kir, xwe kişand çolê û ji vir êrîşên xwe domandin.

Efser Nayef diyar kir ku di navbera her kûleyekî çavdêriyê de kîlometreyek heye û got ev jî bo şikandina êrîşên DAIŞ’ê hatine avakirin.

Avakirina bendên sînor ji herêma Kaîm dest pê kir û heta bakurê welat ve didome. Nayef diyar kir ku di qonaxa destpêkê de 20 kîlometre girtine. Tevî têlan, xendekên firehiya wan 6 metre û 3 metre kûr jî hatin çêkirin. Kamerayên termîk û ji bo astengkirinê dronê li hewayê digerin.